panela-8-adar-roj-jin-n-c-han-hat-darxistin

Panela 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji aliyê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Lêkolînên Jin û Malbatê ya zanîngeha me li salona 15’ê Temmuzê ya Navenda Çandê ya Ebul-iz El-Cezerî hat darxistin. Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Arîkarê Rektor Prof. Dr. Derya Yücelê, xebatkarên akademîk û rêvebirî û xwendekar beşdar bûn. Rektorê me yê ko li vê derê axaftinek kir got, “Bi minasebeta vê roja watedar a ko li cîhanê tête pîrozkirin, dixwazim diyar bikim ko wekî Zanîngeha Şirnexê ji bo ko em berpirsyariya xwe bi cih bînin, xebatên xwe didomînin. Ji bo ko jin zêdetir di postên rêveberîyê de cih bigirin, çi ji destê me tê em dikin û roja cîhanî ya jinan li hemû jinan pîroz dikim.” Bi moderatoriya Arîkara Lêkolînê Gülizar Artuçê Doç. Dr. Süreyya Ece bi sernavê "Têkoşîna Jinan di Cîhana Karsaziya Pederşahî de" û Dr. İlker İşlerî bi pêşkêşvaniya xwe ya bi navê “Di Romanên Orhan Kemalî de Nirxandina Karakterên Jinên Kedkar” beşdarî panelê bû.

7.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi