par-zger-pehlivan-saredar-yarkay-serdana-seraya-ko-li-kampusa-zan-ngeha-me-hatiye-avakirin-kirin

Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî û Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî serdana seraya ko ji alîyê Alîkarê Rektorê me Prof. Dr. Derya Yücelê û Hîndekarê Fakulteya Çandiniyê Prof. Dr. Celal Yücelî ve di çarçoveya Projeya AR-GE ya Yekîtiya Ewropayê ve de hatiye amadekirin de kir. Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî der barê xebatên ko hatiye kirin de agahî da Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî û Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî serdana seraya ko li Kampusa Zanîngeha me hatiye avakirin kirin.Rektorê me Prof. Dr. Erkanî da zanîn ko ji bo nîşan bidin ko li Şirnexê di serayan de fêkî û sebze çêdibe û ji cotkarên herêmê re çandinî bi bandortir tê kirin wan li qada kampusê sera avakirin.Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, diyar kir ko Zanîngeha me bi projeyên ko amade kirine ji bo geşepêdana bajêr kedeke mezin e û spasiya kesên ko di amadekirina projeya serayê ya bacanê de keda wan heye kir.Şaredar Mehmet Yarkayî anî ziman ko parêzgeha me û herêma me ji bo çandiniya serayan berbihev e û got ko ji ber zêdebûna lêçûnên çûnûhatinê divê cotkarên ko bi çandiniyê re mijûl dibin giraniya xwe bidin ser çandiniya serayê û xwest ko proje bi feyde be. Parêzgerê Şirnexê jî arîkarîya madî da projeyê. Di sera ku li ser qadeke 1 dekarî hatiye avakirin û tê de pergalên germkirin û ronahiyê dihatin sepandin, 2800 şitlên bacanan yên hibrid ên F1 hatin çandin. Tê hêvîkirin ko di meha Gulanê de berhem bên çinîn.

14.04.2022 |  Şırnak Üniversitesi