peyama-rektor-me-bo-23-n-san-

Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî bi boneya 23ê Nîsanê Roja Serweriya Neteweyî û Zarokan peyamek weşand. Rektorê me di peyama xwe de wiha got: "Em bi serbilindî û kelecan in ku 102.emîn salvegera damezrandina TBMMê ko wekî sembola serxwebûn û serweriya me ye û ji hemû dinyayê re ragihandina serweriya me ya neteweyî ye pîroz dikin.Meclisa me ya ko di demên herî dijwar ên welat de ronîkirina îradeya hevpar a gelan e, di dema xizaniyê de bi têkoşînê roleke girîng di bidestxistina serxwebûna me de lîstiye. Em dilşad in ko em 23 ê Nîsanê ko di dîroka me de xwedî cihekî pir girîng e, wek roja yekem û yekane ya zarokan li cîhanê pîroz dikin. Gazî Mustafa Kemal Atatürkî, 23ê Nîsana 1920 an ko Meclisa Milet a Mezin vebûye, wek roja zarokan diyarî miletê me kirî ne, hem nirx û hem jî baweriya ko milet dide zarokên siberoja milet in, nîşan da û girîngiya ko ew dide aştiya cîhanê. Ev cejn cejneke ko xizmeta aştî û biratiyê di navbera zarokên cîhanê de dike û ji ber vê yekê jî ji bo aştiya cîhanê dike.Bi hişmendiya berpirsyariya xwe ya ji bo mezinkirina zarokan xwe di hawîrdoreke bi hezkirin û baweriyê de em 23'ê Nîsanê Roja Serweriya Neteweyî û Roja Zarokan li hemû zarokên cîhanê pîroz dikim. Serî de ez Gazi Mustafa Kemal Atatürk û hevalbendên wî, hemû şehîd û gazîyên ji bo vê axê xwonaxwe rijandîn û ev welat ji me re hêliştîn bi hurmet û bi rahmet bibîr tînim."

22.04.2022 |  Şırnak Üniversitesi