peyama-rektor-me-ji-bo-salan-n-

Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî ji bo sala nû peyamek weşand. Rektor Erkanî di peyama xwe de wiha got:"Wekî sazîyên xwendina bilind ên ko di derdora xwe berbi serdemên pêşerojê ve bibin û hêza mirovî ya nûjen û jêhatî perwerde bikin, zanîngeh ji bo berjewendiya tevahîya mirovahîyê dixebitin. Me jî wek Zanîngeha Şirnexê salek din li dû xwe hişt ko me bi dilsozî ji bo miletê xwe yê ko hêjayî paşerojeke baştir e, xebat kir û hewl da ko hemû derfetên xwe bi awayekî herî baş ji bo pêşketin û geşepêdana bajar û welatê xwe bikar bînin.Ez dixwazin ko sala 2022’an bibe sedema aştî, biratî, bextewarî û aramî ji bo welatê me, miletê me û hemû mirovahiyê û ji bo çareseriya pirsgirêkên hevpar ên cîhanê; ez sala nû ya xwendekar, xebatkarên akademî û rêvebertî, gelê me û hemû mirovahiyê pîroz dikim.”

31.12.2021 |  Şırnak Üniversitesi