profdrmehmet-aslan-tekinsoy-xatir-ji-xebatkar-n-navenda-gist-ya-zan-ngeha-me-xwest

Prof.Dr.Mehmet Aslan Tekinsoyî xatir ji xebatkarên sekreteriya giştî ya zanîngeha me xwest.Bernameya xatirxwestinê ya ko li salona civînê ya sekreteriya giştî ya zanîngeha me pêk hat, Prof.Dr.Mehmet Aslan Tekinsoy, Sekreterê Giştî yê me Doç.Dr.İbrahim Baz û xebatkarên navenda giştî beşdar bûn.Sekreterê me yê Giştî Doç. Dr. Îbrahîm Bazî jî anî ziman ko ji sala 2012’an ve Prof.Dr.Mehmet Aslanî re dixebitin û ne hema ji bo akademîyê heman demê de ji bo jîyanê de jî wan ji wî îstifade kirî ye. Bazî serkeftin ji mamosteyê me yê teqawîtbûyî re xwest û wiha got: “Ez ji bo hemû tiştên ko we ev e 10 sal in hînî me kirine, hem li ser navê xwendekarên me hem jî li ser navê xebatkarên me spasiya we dikim.Prof.Dr.Mehmet Aslan Tekinsoyî, diyar kir ko wî di sala 1973'an de dest bi karê xwe yê akademîk wek asîstanekê kiriye û got ko di jiyana xwe ya akademîk a 49 salan de bi fikra "Zanist ji bo mirovahiyê ye." armanc kiriye ko tiştekî ji xwendekarên xwe re ragihîne. Prof.Dr.Tekinsoyî bi bîr xist ko xebatkarên sekreteriya giştî di her mijarê de gelek alîkariya wî kirine û di jiyana xebatê de ji hemûyan re serkeftin xwest.

21.12.2021 |  Şırnak Üniversitesi