r-ktor-me-besdar-bernameya-quotn-sana-sanaz-ya-dewlet-quot-ya-ji-bo-malbat-n-seh-dan-hat-lida

Nîşan û Berata Peşnêrîna Dewletê" ya ko ji alîyê Serokkomariyê ve ji bo ji malbatên şehîdan re bê dayîn şandin, di bernameya ko li Otela Nuh a Bajarê Şirnexê hatî lidarxistin de ji alîyê Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî ve pêşkêşî malbatên şehîdan hat kirin.Di merasîmê de Arîkarê Şaredar İhsan Görenî, Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Fermandarê Hêza Piyade ya 23. Orgeneral İdris Acartürkî, Fermandarê Herêma Bo Cendirmeyan Tuğgeneral Tekin Aytemurî, Fermandarê Tugaya Çakirsogut Tuğgeneral Mustafa Çekiçî, Arîkarê Midûrê Emniyeta Parêzgehê İbrahim Çıldırî, Fermandarê Cendirmeyan yê Parêzgerê Albay Murat Bozkurtî beşdarî bernameyê bû.Bername bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir û bi duayan û xwendina nasnameya şehîdan berdewam kir. Di dema xwendina nasnameya şehîdan de beşdar xembar bûn. Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî di axaftina xwe ya li merasîmê de diyar kir ko malbatên şehîd û têkoşeran “taca sera” ne. Pehlivanî dîyar kir ko ev merasîm bi fermana Serokkomar Recep Tayyip Erdoğanî hatîye lidarxistin û destnîşan kir ko şehîdan ji bo ko al û yekitiya welêt parçe nebe xwîna xwe feda kirine.

17.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi