r-ktor-me-serdana-par-zger-sirnex-osman-bilgin-kir

Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî li meqamê serdana Parêzgerê Şirnexê Osman Bilginî kir û ji wî re daxwaza serkeftinê kir. Di serdana Parêzgerê Şirnexê de Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî di wezîfeya nû de ji Parêzgerê Şirnexê Osman Bilginî re serkeftin xwest û diyar kir ko weke Zanîngeha Şirnexê ji bo pêşketina bajarê me ew amade ne ko bi hemû aliyên têkildar re hevkariyê bikin.Li aliyê din Parêzgerê Şirnexê Osman Bilginî di daxuyaniyên xwe de got Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkanî Ji bo serdan û gotinên piştgiriya wî spasî kir û diyar kir ko ji bo tevkariyê bidin bajarê me ew ê hevkariyê bikin. Serdan bi wêneyê ko ji bo bîranîna rojê hatibû girtin bi dawî bû.

27.05.2022 |  Şırnak Üniversitesi