rektor-me-40-sal-s-nda-besdar-fest-vala-c-d-b-

Çiyayê Cûdî ko ev e 40 sal e li Şirnexê nayê ziyaret kirin û bi bûyerên terorîstî yên domdar tête rojevê, 'Mîhrîcana Hz.Nûh piştî 1980 an cara yekem hat li dar xistin.Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Wekîlê AK Partiyê yê Şirnexê Rizgin Birlikî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Fermandarê Herêma Cendirmeyan Tûggeneral Ali Alihsan Ersoyî, Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Fermandarê Tugaya Çakırsöğütê Tekin Aktemurî, nûnerên partîyên sîyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî mîhrîcanê bûn, piştî kevokên weksembola aşitiyê li çiyayê Cûdî tene zanîn piştî 40 salan hatin firandin. Di qada mîhrîcanê bi stranên gelêrî yên ku bi erbaneyan têne gotin hate derbas kirin.Kesên ku bi rê de gihiştin Herêma Sefine li perestgeha Hz.Nuh dia kirin. Li gorî bawerîyê navçeya Sefine ya li Çiyayê Cûdî bi bilindahiya 2,114 reqemê ye û ev herêm piştî ji bo Cihûyan, Xirîstîyana û Misilmanan piştî Qudsê wekî cihê herî pîroz tê zanîn. Serdanên Sefînê piştî darbeya leşkerî ya 12 ê Îlona 1980 an hatîye qedexekirin. Ji 1984 an vir ve ji ber sedemên ewlehiyê welatî nikarin biçin Çiyayê Cûdî. Piştî ku di encama operasyonên berfireh ên hêzên ewlehiyê de herêm ji terorîstan hat paqijkirin, bi hevkariya Şaredarîya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê û Ajansa Geşedana Dîcleyê, di bin banê Parêzgerîya Şirnexê de çalakiya Mihrîcana Çiyayê Cûdî hat lidarxistin.Piştî ko li qada mîhrîcanê Qur’an hate xwendin, axaftinên protokol hatin kirin, qurbanên serjêkirî, endamên protokolê û welatiyan bi hev re govend gerandin.

12.07.2021 |  Şırnak Üniversitesi