rektor-me-besdar-bernameya-p-rozbahiya-newroz-21-adar-roja-daristan-y-ya-c-han-b-

Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî bi hevkariya Parêzgerîya Şirnexê, Şaredariya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê, Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Parêzgehê, Midûriyeta Şaxa Ciwanan û Sporê û Midûriyeta Daristanan beşdarî bernameya pîrozbahîya 21ê Adarê Cejna Newrozê û 21ê Adarê Roja Daristanîyê û Hefteya Daristanê ya Cîhanê bûn. Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Arîkarê Şaredarê Şirnexê İhsan Görenî, Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Arîkarên Parêzerî Murat Ekinciyî, Mehmet Emre Canpolatî, Ahmet Kavanozî û Nurbaki Yalçinî, Fermandarê Cendirmeyanê Parêzgehê Albay Murat Bozkurtî, Midûrê Karên Daristanan Reşît Tunçî, midûrên sazîyan, nûnerên partiyên siyasî û STKyan, mamoste, xwendekar û gelek welatî beşdar bûn.Parêzger Pehlivanî di bernameya ko bi deqîqeyek rêzgirtinê û xwendina Sirûda me ya Neteweyî destpêkirî de wiha axivî: “Îro 21’ê Adarê roja Newrozê ye û di heman demê de 21’ê Adarê Roja Cîhanî ya Daristanîyê ye û destpêka Hefteya Daristanan e. Newroz kevneşopiyeke ko diçe heta hezar salan. Ev kevneşopî ji Asyaya Navîn heta Balkanan li gelek welatan zindî tê parastin û pîrozkirin. Cejna Newrozê ko berê li welatê me bi kevneşopî dihat pîrozkirin, ji sala 1995 an pê ve wek cejneke fermî hatiye ragihandin û li hemû parêzgehên welatê me bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin .Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkan jî wiha got: “Em bi hev re Cejna Newrozê û 21’ê Adarê Roja Daristanîyê ya Cîhanê pîroz dikin. Newroz sembola pirbûn, dewlemendî, hezkirin, biratî, parvekirin û dostanîya xwezaya vejînê dide mirovan. Newroz yek ji kevintirîn cejnên cîhanê ye. Newroz xwedî dîrokeke dirêj û dewlemend e. Hêvî dikim ko Newroz bibe yekîtî, pêkvejîyan û biratiya me û Cejna we ya Newrozê pîroz dikim."Cîgirê Şaredarî Görenî, Midûrê Karên Daristanan Tunç û Mamosteyê Wêjeyê Beşir Akgülî axaftin kirin û hest û ramanên xwe anîn ziman.Çalakî bi xwendina helbestên ji aliyê xwendekaran ve, pêşbirka hilgirtina telîs û hêkan, pêşandana mûzîk û dîlan girtin, çalakiya hêsin kutandin, pêxistina meşaleyên nûner û agir û pêxistina hêkan û çalakiya hêk rijandinê berdewam kir.Paşê bi armanca pêşxistina hezkirina dar û daristanan, zêdekirina hişyariya civakê ji jîngehê û bilindkirina şitilan çalakiya Çandina şitil û belavkirina şitilan hat lidarxistin. Bername piştî xwarina Cejna Newrozê sembolîze dike hat dayin û bername dawî bû.

22.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi