rektor-me-besdar-calakiy-n-15-t-rmeh-roja-demokras-yek-tiya-netewey-b-

Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî beşdarî hinek çalakiyên ko ji bo salvegera hewldana darbeya 15 ê Tîrmehê hatin lidarxistin bû. Parêzgerê Şirnexê Osman Bilginî, Fermandarê Hêza Piyade ya 23. Orgeneral İdris Acartürkî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, rêveberên saziyan û gelek welatî beşdar bûn. Bername bi tîlaweta Qur'ana Kerîm û xwendina duayan dewam kir. Piştre endamên protokolê li Bîrdariya Şehîdan a Fermandariya Tumena Piyade ya 23. a Şirnexê kûlîlk danîn û li Qada Cumhuriyetê beşdarî pêşangeha wêneyan a bi mijara "15'ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî" bûn û der barê wêneyan de ji rayedaran agahî standin.Di çarçoveya çalakiyên ko tevahiya rojê dewam dikin de ji alîyê Parêzgerîya Şirnexê ve li Mizgefta Geylanî ya Taxa Yeni yê ji bo şehîdên 15 ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî bernameya mewlîdê hat sazkirin. Bername bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir û bi tîlaweta Mewlîd-î Şerîf û îlahî dewam kir. Miftiyê Parêzgehê ji bo şehîdan dua kir. Di derketina mizgeftê de ji kesên beşdarî bernameya mewlûdê bûn re îkramên curbecur hatin dayîn. Endamên protokolê di çarçoveya çalakiyên 15'ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî de ji bo rêzgirtina ji malbatên şehîdan û têkoşeran re li gel malbatên şehîdan hatin cem hev.Danê êvarê merasîma 15'ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ko endamên protokolê û welatiyên me yên Şirnexê bi alayan beşdar bûn, ji Qada Ömer Kabakê heta Qada Cûmhûriyetê hate lidarxistin.Piştî axaftinên protokolê yên di bernameya ko li Qada Cûmhûriyetê hat lidarxistin de, "Rêxistina Ala Şehîdên 15ê Tîrmehê" hat lidarxistin. Çalakiyên ko bi xwendina helbestên ji bo Şehîdên 15 ê Tîrmehê hatin nivîsandin û konsera îlahiyan a Koma Îlahî ya Miftîtiya Şirnexê dewam kir, saet di 00:13 de li hemû mizgeftên me bi xwendina silavan bi dawî bû.

16.07.2022 |  Şırnak Üniversitesi