rektor-me-besdar-fuara-zanist-ya-tubitak-4006-b-

Pêşangeha projeya Pêşangeha Zanistî ya TÜBİTAK 4006ê ko ji alîyê Lîseya Zanistî ya Şırnak Şükrü Gelişê ve hat rêxistin. Di encama xebata mamoste û xwendekaran de, di pêşangeha Zanistê de 30 projeyên di warên Robotîk, Matematîk, Biyolojî, Fîzîk, Kîmya û Ingilizî de hatin pêşandan.Arîkarê Parêzgerê Şirnexê Tunahan Efendioğlu, Rektorê me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Midûra Perwerdehiya Neteweyî ya Şirnexê Nazan Şenerê û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Osman Gelişî, her wiha midûrê dibistanê, mamoste û dêûbav eleqeyek mezin nîşanî Fuara Zanistê dan. Arîkarê Parêzgerê Tunahan Efendioglû li fûarê axivî û diyar kir ko ew pir kêfxweşe ko xwendekarên dibistana amadeyî li Şirnexê projeyên zanistî çêdikin û ji mamoste û xwendekarên ko proje amade kirine serkeftin xwest.Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî jî di pêşangeha zanistê de şîretên girîng da ciwanan, pêşniyar kir ku ew heyama pandemiyê baş bikar bînin û vê pêvajoyê bikin firset. Rektorê me Erkanî got, ‘Zanîn hêz e, ev hêz di destê we de ye, ez bawer dikim ko hûn bi biryar bin hûn ê werin cîhên pir baş. Gava ku ez vê xebata fedakar a we û mamosteyên we dibînim, ez dixwazim bibim xwendekar. Dema ko ez li dibistana navîn bûm, mamosteyê min Mustafa Turanî, mamosteyê me yê çanda olî yê ji Eskişehir, di jîyana min de guhertinek mezin kir. Ev mamosteyê me li ser dersên fîzîk, kîmya û biyolojiyê dixebitî û ders dida me. Ger ez îro Rektor bim, ger ez serokê akademiyê bim, deyndarê mamosteyê xwe Mustafa Turanî me. Şîreta min li we ev e ko hûn vê serdema pandemiyê bikin firsetek mezin. Di dersên xwe de bêtir bixebitin. Tiştek din jî ku ez ji we re pêşniyar dikim ew e ku hevalên baş çêbikin. Hevalên qenc rêyên baş ji we divekin, hevalên xerab we ji rê derdixin. Ez ji hemî xwendekarên me re serfiraziyê dixwazim.’Midûrê Dibistana Bilind a Zanistê ya Şırnak Şükrü Geliş Cahit Inalî jî diyar kir ku ew kêfxweş in ku Fûara Zanistê ya 4006, ku îsal cara sêyemîn hat rêxistin û TÜBİTAKê jî piştgirîyê dideye. Midûrê Dibistanê İnal got, ‘Pêşangehên zanistê dihêlin ku hişên ciwan girîngiya zanistê fêr bibin û fonksiyona jiyana rastîn a gelek zanistên teorîk fêr bibin. Li gorî vê armancê, 60 xwendekar, di bin çavdêrîya 8 şêwirmendan de, bi pêşnumana Zanistê bi 30 projeyên xwe xebatên xwe nîşan dan. Ez li ser navê xwendekarên xwe spasiya her kesê ko di vê projeyê de piştgirîya me dikin.’ û wî axaftina xwe bi dawî anî.Rektorê me Prof.Dr.Erkanî jî hemû projeyên li pêşangeha zanistê hatine pêşandan bi baldarî lêkolîn û eciband. Rektorê me diyar kir ko hinek proje, nemaze di warê robotan de, dikarin werin pêşve xistin û xwedî nirxê bazirganî jî bibin.

18.06.2021 |  Şırnak Üniversitesi