rektor-me-di-bernameya-quotroj-n-kariyer-quot-de-bi-xwendekaran-re-hat-cem-hev

Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî di bernameya Rojên Kariyerê ya ji aliyê Lîseya Zanistên Civakî ya Fatîhê ya Şirnexê ve hatî lidarxistin de bi xwendekaran re hat cem hev. Di bernameya "Çîrokên Serkeftinê" de, Rektorê me Prof. Dr. Erkanî bi mînakan behsa serpêhatiyên xwe yên jiyana xwe kir. Rektor Erkanê ko di bernameya ji bo beşdarî hilbijartina kariyera xwendekaran bibe û jêhatiniya pirsiyariyê baştir bibe de axivî û wiha got: "Heke hûn ê li ser zanistê bixwînin, bêguman dijwariyek heye û divê hûn bi vê zehmetiyê re têbikoşin û bikin, hewldanekê bikin. Ez 7 caran ketim azmûna asîstaniyê û li hemû azmûnan de jî binketim, lê ya 8 an de ez serketim. Çîrokên serketinê li vê derê hatine behs kirin, lê ez difikirim ko ew bi piranî serketina bîhnfirehiyê ye. Dema ko hûn hewl didin ko kariyerekê bibînin an rêyek ji xwe re xêz bikin, her gav tiştê ko hûn jê hez dikin bikin. Ger hûn tiştê ko hûn jê hez dikin bikin, ew ê ji we re tu carî ne zor û bêzar be. Divê hûn di jiyana xwe de bibin xwedî armanc û li gorî wê di xwendina xwe de pir bixebitin. Ji ber ko hûn siberoja me û pêşeroja vî welatî ne.”Paşê Rektorê me der barê Zanîngeha me de agahî da û pirsên xwendekaran bersivand.

17.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi