rektor-me-prof-dr-abdurrahim-alkis-mezbataya-xwe-wergirt

Abdurrahim Alkış ê ji alîyê Serokkomar Recep Tayyip Erdoğanî ve ji bo zanîngeha me wek rektor hatî tayînkirin, di merasimeke li YÖK’e hatî damezirandin de mezbataya xwe wergirt. Serokê Yokê Prof. Dr. Erol Özvarî mezbataya Rektorê me Prof. Dr. Abdurrahim Alkışî pêşkeş kir û ji bo wî serkeftin xwest. Rektorê me jî anî ziman ko ev wezîfeya ji alîyê Serokkomar Erdoğanî ve hatî dayin, ji bo serkevin dê gelekî bixebite û ew dê herî baş vê wezîfeyê bîne cih. Rektorê me Alkışî anî ziman ko ji bo bajar û welatê me ew xebatên baş bikine. Rektorê me wihan domand: “Ji bo pêşketina Zanîngeha Şirnexê em dê hemû gavan biavêjin e.” Rektor Alkışî ji bo arîkarîya Serokê YÖK ê Prof. Dr. Erol Özvarî ji spasî kir.Rektorê me got ko ew dê di serdema nû de projeyên nû pêkbînin û bihevre, pêkve li ser qencîyê, bixebatên xwe Zanîngeha Şirnexê di herêma xwe de binav û deng bibe.

22.09.2022 |  Şırnak Üniversitesi