rektor-me-prof-dr-mehmet-emin-erkan-10-cileya-roja-rojnamey-n-kedkar-p-roz-kirin

 Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî ji bo 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Kedkarên li Şirnexê bi rojnamegeran re hat cem hev û 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Kedkar pîroz kir in. Piştî şîva ko ji bo rojnamegeran li mêvanxaneya Zanîngeha me hat dayîn, bi koma muzîkê ya girêdayî Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Şirnexê li Qesra Mehmet Ağê Sor bernameya şahiyê hat lidarxistin. Mizgîniya ko di nava zanîngeha me de jî beşa Radyo-TV yê hatiye vekirin, Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî anî ziman ko li Şirnexê tunebûna kanala televîzyonê kêmasiyek e û got, divê ev kêmasî hem ji aliyê saziyên cemawerî û hem jî ji aliyê karsazên taybet ve di zûtirîn demê de bê pêk anîn.Ji bo nûnerên ajansa herêmî û neteweyî, TV û rojnameyan ên li Şirnexê bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Xebatkar ji alîyê rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî ve çalakiyek hat lidarxistin. Rojnamegerên li navenda bajêr û navçeyan dixebitin ji bo çalakiyê hatin vexwendin, Alîkarê Rektorê me Prof. Dr. Derya Yücelê û Sekreterê me yê Giştî Doç. Dr. İbrahim Baz jî beşdar bû.Di çarçoveya çalakiya Roja Rojnamegerên Kedkar de, destpêkê de li mêvanxanê xwarin hate xwarin û piştre jî li qesrê bernameya şahiyê hate destpêkirin. Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî rojnamegeran re stranên gelêrî gotin û ji wan re helbest xwendin. Rektorê me daxwaza rojanmegeran ne zivirand û bi wan re govend jî girtin. Rektorê me Prof. Dr. Erkanî bi sedema 10’ê Çilê Roja Rojnamegerên Xebatkar anî ziman ko; “Îro roja we ye hevalên çapemeniyê. Serî de roja rojnamevanên herêmî û netewî, ez ji dil û can roja hemû rojnamevanan ko di çapemenîyên dîtbarî, dengî û çapemenîde pîroz dikim. Her çiqas hûn ne xebatkarên cemawerîyê bin jî lê bele hûn rojnamegerên ko temînata azadiya raya giştî ne û karê ko hûn didin ser milê giştî ye. Di vê wateyê de hûn di navbera gel û saziyên gel de pir girîng in. Me îsal di nava Fakulteya Hunerên Bedew de beşa Radyo-TV vekir. Ez hêvîdar im ko rojnamevanên ko me di vê beşê de perwerde kirine, piştgirîya we bikin ko hûn wek rojnamegerên aktîf kar bikin. Wek tê zanîn li Şirnexê qenaleke televîzyonê tune ye. Divê ev kêmasî ji aliyê saziyên giştî an jî karsazên taybet ve bê pêk anîn. Bername bi girtina wêneyê bîranînê bi dawî bû.      

10.01.2022 |  Şırnak Üniversitesi