rektor-me-prof-dr-mehmet-emin-erkan-besdar-civ-na-duyem-n-a-projeya-bi-nav-quotji-bo-neets-k

Civîna duyemîn a projeyê ya bi navê "Ji bo NEETs Karsaziya Mêşvaniyê" di çarçoveya Hevkariya Bernameya Hevkariya Erasmus + Di Qada Ciwaniyê de hat lidarxistin. Li ser înternetê hat darxistin û Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî jî beşdarî civînê bû û ji Tirkiye, Romanyayê, Bulgaristanê û Çekyayê nûnerên gelek saziyan beşdar bûn.Axaftina destpêkê ya civînê de, Rektorê me Erkanî anî ziman ko axa Şirnexê çîya ne û divê çîya û sermaye nebe astengîyek ya projeyên mêşvanîyê û got ko wek zanîngehê ew arîkarîyê didin projeyên mêşvanîyê. Rektorê me Prof. Dr. Erkanî anî ziman ko di çarçoveya vê projeyê de gelek ciwanên me dê di warê mêşvaniyê de ezmûnên navneteweyî bi dest bixin û ev rewş dê di hilberîna berhemên hingivî yên li herêma me de alîkariyeke mezin bike û ji ber beşdarbûna nûnerên saziyan spasiya wan kir.Li ser navê zanîngeha me Dr. Dersdar Mustafa Rüstemoğluyî li ser mêşvaniya Şirnexê bi daneyên Tirkiye û Cîhanê re danî ber hev û der barê hingivên yekreng, pirgulî, veşartî yên ko li Şirnexê tên hilberandin û cureyên riwekan ên ko van hingivên xwe peyda dikin de agahî da beşdaran. Wî bal kişand ser wê yekê ko çavkaniyên nektar û tozika kûlîlkan (polen) ên dewlemend ên ko derman û gemaran bikar naynin bi taybetî li parêzgeha Şirnexê ji bo hilberîna hingiv a bi tendurist pir girîng e. 

7.09.2022 |  Şırnak Üniversitesi