rektor-me-prof-dr-mehmet-emin-erkan-besdar-quotkomxebata-plana-her-m-ya-sirnex-ya-her-ma-tr

Civîna çaremîn û ya dawîn a kargehên ko li çar parêzgehên Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DIKA) ji bo amadekirina Plana Herêmê ya 2024-2028an a Herêma TRC3 yê li dar dixe, li Şirnexê çêbû.Komxebata Plana Herêmê ya Herêma TRC3 2024-2028 na ko li Şirnexê li oteleke taybet hat lidarxistin, Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî û Sekreterê Giştî yê DIKAyê Ahmet Alanliyî, nûnerên sazî û rêxistinên civakî, zanîngeh, ode, danûstendin, qadên pîşesazî yên organîze û saziyên sivîl ên parêzgeha me beşdar bûn. Serokê Yekîneya Lêkolîn, Pêşxistina Stratejî û Plansaziyê ya DÎKAyê Murat Katıyî der barê "Komxebata Amadekirina Plana Herêmê ya 2024-2028an a Herêma TRC3"ê de ji beşdaran re pêşkêşî kir. Ew li ser diyarkirina tabloyên tema (sektor) ko ji bo plana herêmî û anketa beşdarên derve hatine çêkirin hatin agahdar kirin. Di komxebatên ko bi beşdariya gelek aliyên pêwendîdar ên li herêmê di çarçoveya xebatên amadekariyê yên "Plana Herêmî ya TRC3 2024-2028" de hatin rêxistin de, bi mebesta mezinkirina ramanên li ser proje û ji bo eşkerekirina pirsgirêkan maseyên sektorê hatin çêkirin. Pêşniyarên çareseriyê ji alîyê aktorên li parêzgehê ve hatine destnîşankirin. Ev beşên ko jê re dibêjin maseyên mijarê, di bin sernavên çandinî û geşepêdana gundewarî, çand, tûrîzm, bazirganî, xizmetguzarî, pîşesazî, enerjî, geşepêdana bajarî û binesaziyê de têne nîqaş kirin. Di beşa dawî ya bernameyê de, piştî ko alîyên peywendîdar li dora maseyên sektorê li hev civiyan, li ser qadên curbecur ên wekî perwerde, kar, hevgirtina civakî, komên dezavantaj, guherîna avhewa, jîngeh, xetereyên karesatê, veguhestin, binesazî, karsazî, nêrîn û nirxandinên xwe anîn ziman. Komxebata Civîna Çaremîn û dawîn a Şirnex û nûjeniyê bi dawî bû.

27.08.2022 |  Şırnak Üniversitesi