rektor-me-serdana-rektor-zan-ngeha-bedl-s-eren-prof-dr-necmettin-elmastas-kir

Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkan serdana Rektorê Zanîngeha Bedlîs Erenê hatî tayînkirin, Prof.Dr.Necmettin Elmastaşî kir. Serdana li miqamê rektorîyê hatî kirin de Arîkarên Rektorî Prof.Dr.Mustafa Atlıyî û Prof.Dr.Murat Aygünî, Sekreterê Giştî yê Zanîngehê Doç.Dr.Mehmet Bakır Şengül û Arîkarê Sekreterê Giştî İhsan Kızmazî jî amade bûn. Rektorê me Prof.Dr.Erkanî ji bo Rektor Elmastaşê ko ji alîyê Serokomarê me Recep Tayyîp Erdoğanî ve hatî wezîfedarkirin di peywira xweya nû de serfirazî û serkeftin xwest. Ji ber serdanê kêfxweşîya xwe anî ziman, Rektorê Zanîngeha Bedlîs Erenê Prof.Dr.Necmettin Elmastaşî jî spasiya mêvanê xwe kir. Di serdanê de, li ser zêdekirina çalakiyên akademîk bi lêkolînên di navbera her du zanîngehan de bêne kirin û di pêşnûma bêne pêşve xistin de bihevre tevgerîn, lihevkirinek çêbû. Wekî dî, di derbarê Pêşnûmaya Anadoluyê ya YÖKê de agahî û ezmûn hatin parve kirin.Serdan ji alîyê Rektorê Zanîngeha Bitlis Eren Prof. Dr. Necmettin Elmastaş, Rektorê me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkan ew bi pêşkêşkirina diyariyên cihêreng bi dawî bû.

4.06.2021 |  Şırnak Üniversitesi