rektor-zan-ngeha-s-rt-sindak-serdana-rektor-me-kir

Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof.Dr.Nihat Şındakî serdana Rektorê me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî kir. Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşepêdana Dicleyê (DIKA) jî di serdanê de hazir bû.Di serdanê de fikir hatin danûstandin û ji bo hevkarîyên her du zanîngehan jî hinek danûstandinên fikrî hatin kirin.Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî dîyar kir ko ew ji bo serdana mêvanê xwe gelek kêfxweş e û serdana wî hem ji bo herdu zanîngehan û hem jî ji bo herêma me nirxek zêde dê peyda bike.Rektorê Zanîngeha Prof.Dr.Nihat Şındakî ji bo mêvanperwerîya Rektorê me Prof.Dr. Erkanî gelek kêfxweş bûye û serkeftin ji bo xebatan xwest.

10.06.2021 |  Şırnak Üniversitesi