serok-kar-n-d-yanet-erbas-serdana-zan-ngeha-me-kir

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaşî civata xwe ve ji bo Qendîla Regaîbê hatin Şirnexê û serdana Zanîngeha me kirin. Serokê Karên Diyanetê Erbaşî anî ziman ko ew cara duyemîn e tête Şirnexê û destnîşan kir ko ew ji bo Qendîla Regaîbê hatiye û Zanîngeha Şirnexê yekemîn saziya ko li Şirnexê geriyaye.Li gel Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Cîgirê Dekanê Fakulteya Îlahiyatê Doç. Dr. Nurullah Agitoğluyî û Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê Doç. Dr. Ahmet Özdemirî, Doç. Dr. Mehmet Bağışî, Doç. Dr. Bahattin Keleşî, Prof. Dr. Abdullah El-Mûsayî, Hîndekar Dr.Harûn Takçiyî, Dersdar Hüseyin El Huseyniyî li ber derîyê rektorîyê pêşwazî li Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaşî û civata wî kirin û pê re jî derbazî rektoratiyê bûn.Di serdana ko li Rektoriyê hatî kirin de Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaşî anî ziman ko ew ji bo bernameya Qendîla Regaîbê ya ko dê di TRT 1ê û Diyanet TVyê de zindî bê weşandin hatîye Şirnexê û got ku ev e cara duyeme ew hatîye Şirnexê. Bi germe germa hatina xwe ve girîngiyek taybet da saziyên perwerdehiyê û anî ziman ko ew di destpêkê de dixwaze biçe Zanîngeha Şirnexê. Serokê Karûbarên Diyanetê Erbaşî, Şeva Regaîbê li alema Îslamê pîroz kir û xwest ko ev roj û şevên pîroz bibe sedema aştî, aramî û rêberiya mirovahiyê.Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî jî anî ziman ko bi hatina Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaşî û civata wî ya li Zanîngeha me ew gelek kêfxweş bûye û ew serbilind kirî ye. Piştre Rektorê me Prof. Dr. Erkanî hinek berhemên herî dawî yên zanîngeha me ya binavê Danezanên Sempozyuma Çîyayê Cûdî û Tufana Nuha Navnetewî ya 2.yemîn pêşkêşî Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaşî kir û berhema binavê Tefsîreka Kolektîfa Li Ser Mînaka Serdema Nahlê ya edîtorîya Doç.Dr.Mehmet Bağışî jî pêşkêşî Erbaşî kir. Serdana ko bi sohbeta bi personelên akademîsyenên Fakulteya Îlahiyatê re li salona civînê ya Senatoyê dewam kir û piştî serdanê li ber avahiya rektoriyê bi wêne girtinê dawî bû.

3.02.2022 |  Şırnak Üniversitesi