t-m-n-afat-lezg-n-y-n-5-par-zgehan-li-sirnex-tetb-qat-kirin

Midûriyetên tenduristiyê yên parêzgehan ji 5 parêzgehan û Dibistana Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristiyê ya zanîngeha me beşdarî tetbîqata ji aliyê Wezareta Tenduristiyê, Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Tenduristiyê yên Lezgîn ve hat lidarxistin bûn.Di tetbîqata ku li Şirnexê hat lidarxistin de UMKE, ekîbên tenduristiyê yên lezgîn 112, cendirme, AFAD û ekîbên agirkûjê yên ji parêzgehên Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Diyarbekir û Sêrtê beşdar bûn. Di bûyerên ketina firokeyê, koça bêkontrola nifûsê, qezaya trafîkê, erdhej û xeniqînê de ko li gorî senaryoyê hemwext pêk hatin. Dibistana Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristiyê ya zanîngeha me beşdarî tetbîqata bipîvan, teorîk û pratîk tê de hatîye sazkirin.Midûrê Dibistana Pîşeyî ya Tenduristiyê Doç. Dr. Ömer Nayciyî jî anî ziman ko beşdarbûna xwendekaran ya tetbîqata ko bi beşdariya tîmên pispor ên 5 parêzgehan hat lidarxistin da û destnîşan kir ko ev tetbîqat ji bo xwendekarên wan tecrûbeyek gelek mezin û girîng bû.

25.05.2022 |  Şırnak Üniversitesi