tto-ya-sirnex-ya-gir-day-zan-ngeha-me-ji-bo-projey-n-hat-n-p-kan-n-sevek-li-dar-xistin

Ofîsa Veguhestina Teknolojiyê ya Şirnexê (TTO) ya girêdayî zanîngeha me, sertîfîkaya spasiyê da cîbicîkar û rêvebirên projeyê ko projeyên wan dewam dikin û bi serkeftî qediyan. Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Alîkarên Rektorên me Prof. Dr. Derya Yücelê, Prof. Dr. Mehmet Şimşekî, Serokê Giştî Doç. Dr. İbrahim Bazî û gelek hîndekar û dersdar beşdar bûn.Ofîsa Teknolojiyê ya Şirnexê ya girêdayî Zanîngeha me, ji bo rêvebir û rêvebirên projeyên ko projeyên girêdayî zanîngeha me û Şirnexê dan û projeyên wan bi serkeftî dewam dikin, sertîfîkaya spasiyê dan.Di bernameyê de Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî got ko “Ez ji dil spasiya hevalên ko proje çêkirinê dikim. Projeyên me bandorek mezin li serkeftina Zanîngeha Şirnexê ya vir kir. Em di rewşekê de ne ko bi weşanên xwe û projeyên xwe yên navneteweyî û neteweyî ve zanîngehên mezin pêşve dibin. Em di sala 2008-an de, 15 sal şûnda hatin damezrandin. Lê belê em niha di 120-an de ne. Armanca me ew e ku em di nav 50 serî de cih bigirin. YÖKê anîye ziman ko"Hêviyên me ji Zanîngeha Şirnexê kêm bûn rastî, lê me projeyên we dîtin û niha hêviyên me zêdetir bûn." û ev bi saya mamosteyên me yên li vir e. Em li vî bajarî bi yekîtiyê dixebitin. Em bi Parêzgerîyê, Şaredarîyê, Polêsans, Perwerdeya Neteweyî, DIKA, Yekîtiya Ewropa, TUBITAK û hema hema hemû saziyan re projeyên hevpar pêk tînin. Xwedê teqez kedkar bi keda wî xelat dike. Wekî Zanîngehekê, em ê hilberînê bidomînin. Ez dixwazim spasiya hemû mamosteyên me yên ku dîsa proje çêkirine bikim."Di çalakiya bi şîvê de, berîya her tiştî rêveberên projeyê Spasnameyên xwe ji Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Sekreterê Giştî yê me Doç. Dr. İbrahim Bazî û Alîkarên Rektorên me Prof. Dr. Derya Yücel û Prof. Dr. Mehmet Şimşekî wergirtin e. Di çalakiya ko di atmosfereke dostane de pêk hatî de Rektorê me Prof. Dr. Erkanî ji beşdaran re helbest xwend û bi lêxistina temburê straneke gelerî jî got.

7.01.2022 |  Şırnak Üniversitesi