wez-r-ciwan-werz-s-kasapogluy-besdar-f-nalaquot-p-sbaziya-cejn-deng-cand-ya-rektor-me

Bi pêşengiya Wezareta Ciwan û Werzîşê û Wezareta Çand û Tûrîzmê, fînala "Pêşbirka Dengê Cejna Çandî" li bajarê me bi tevkariya Parêzgerîya Şirnexê, Şaredarîya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê û Komela Danasîna Çand, Turîzm Şirnexê hat lidarxistin.Di bernameya dawîn a Pêşbirka Dengî de Wezîrê Ciwan û Werzîşê Mehmet Muharrem Kasapoğluyî, Parêzgerê Şirnexê Alî Hamza Pehlivanî, Alîkarê Serokê Rêxistinê yê AK Partiyê Erkan Kandemirî, Wekîlê AK Partiyê Şirnexê Rizgin Birlikî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî û Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Serokê Parêzgeha Şirnexê yê AK Partiyê İbrahîm Halîl Erkanî, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Osman Gelişî, Qeymeqam, Şaredarên Bajaran, rêvebirên saziyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, ciwan û welatî beşdar bûn.Li Stada Bajêr ya Şirnexê hat organîzekirin û Endamtiya Juriyê ji aliyê Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkanî, hunermend Oğuz Aksaç, endamên fakulteya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha me Doç.Dr.Günay Tuzkaya û Doç. Dr. Arif Möhsünoğluyî û ji alîyê Hüseyin Eker ve tê rêvebirin, li ser ekranên TRT Kurdî zindî hate weşandin. 8 pêşbazên ciwan ên ku derketin fînalê bi performansa xwe ya zindî ji bo pileya yekemîn ketin pêşbirkê û stranên curbicur gotin, hemwelatiyên ko li stadyûmê coşek mezin kom bûne.Di encama nirxandina juriyê de, Musa Can Bingöl ji bo pileya yekemîn, Hakan Kadir Tanış ji bo pileya duyemîn, Bedirhan Sakvan ji bo pileya sêyemîn hatin hilbijartin û xelata juriyê ya taybetî dan Mehmet Şenolî.Serketiyê pêşbirkê, Musa Can Bingölî ji aliyê Wezîr Kasapoğlu ve hat pêşkêş kirin.Pêşbaziya Dengê Cejna Çandî ko 250 kes pêşwext hatin hilbijartin û 30 rojan dewam kir, bi konsera hunermenda navdar Zara bi dawî bû.

15.10.2021 |  Şırnak Üniversitesi