wez-r-kasapogluy-temasey-turnuvaya-ten-s-ya-cudi-cupa-netew-ya-li-zan-ngeha-me-hat-darxistin-ki

Li Zanîngeha me bi tevlîbûna Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Mehmet Muharrem Kasapoğluyî ji 14 bajaran 139 werzîşvan tevlîbûyîn Turnuvaya Tenîsê ya Cudi Cupa Netewî hat darxistin. Wezîr Kasapoğlu re bi tevlîbûna Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Parlamenterê Ak Partiyê Rizgin Birlikî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Serokê Federasyona Tenisê Tirkîyê Cengîz Durmuşî, Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Fermandarê Navçeya Cendirmeyan Tuxgeneral Ali Ihsan Ersoyî, Fermandarê Cendirmeyan Parêzgehê Pirqidem Albay Tamer Bilacan, Dozgerê Giştî Orhan Alî û Midûrê Polêsê Parêzgehê Mustafa Emre Başbuğî û  Gerînendeyê Parêzgehê Civan û Werzîşê Beytullah Birlikî di qada Zanîngeha me de 2 girtî û 2 jî vekirî tevahî 4 kortên tenîsê de werîşvanan lehîst.‘Em ê kupaya navnetewî jî baştir bikin’Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Mehmet Muharrem Kasapoğluyî di derbarê Turnuvaya Tenisê Netewî ya Cudi Cupê de axivî û got ko da standardên welatê me bilind bibin e çi derfetên me hene me seferber kirin e. Armancên me bihevre eşkere kirîn, em îro hemûyan pêk tînin. Em îro dibînin ko Şirnex bajar û bajarokên xwe ve werzîş pê ketîye, bi van îmkanan werzîşvan jî xwe pêş xistine û em bi vê jî gelek kêfxweş in. Kasapoğluyî wiha domand: ‘Îro qupayek netewî heye û înşelleh em dê ya navnetewî jî pêk bînin. Em bawerin ko Şirnex dê mêvandarîyê jî bike. Di warê tenis, atletizm, jimnastikê de em bawerin Şirnex bi bajarokên xwe ve dê li hemû alîyên werzîşê de pêş bikeve û em jî bi vê re gelekî şad bibin.’Durmuşî: ‘Em dê her dem di bin emrê ciwanên xwe de bin.’Serokê TFFê Cengîz Durmuş got ko pêkanîna turnuvayê ne bes e û got kod i wan turnuvayên din de werzîşvan jî lazim in. Durmuşî got: ‘Wek rêzdar Serokkomar û wek wezîrê me armanc ji me re danîn werzîş divê li her aliyê raya yê re bête danîn. Dema ji me re hatî gotin me zû bi kêf û coş destpê kir. Dema em hatî Şirnex jî me got emê vê pêk bînin. Em bi vê jî gelek şad in.’Parêzger Pehlivanî jî got: ‘Ev îro nûçeyek ya mizgînîyeke ji Şirnexê, ji Cûdî bo hemû dinyayê.’Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî jî got em gelek kêfxweşin ko îro bo mêvandarîya vê turnuvayê. Got ko: ‘Îro bi arîkarîya we ev çalakîya li Şirnexê, li Cûdî nûçeyek gelek ya kêfxweşîyê ye ko bo Tirkîyeyê, herwiha ji bo dinyayê jî.’ Lewra spasî bo arîkarîya Wezîr Kasapoğluyî jî kir.Rektorê me got ‘Em bi mêvandarîya Cudî Cupê gelek serbilind in.’Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî got ew gelek kêfxweşe bo Trunuvaya Cudi Cupa li bajarê me hatî damezirandin û em vê gelek giring dibînin ji bo ciwanên xwe.Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka û Parlamenterê Ak Partî yê Şirnexê Rizgîn Birlikî jî axivîn û piştre Wezîr Kasapoğluyî re seyra fînala turnuvayê kirin. Li turnuvayê de di nav mêran de Habip Anakê ji Kulûba Werzîş û Ciwanîyê ya Agirîyê bû yekem, yê duduyan ji heman kulûbê Mehmet Semih Aslan bû. Di nav jinan de Nil Delice ya ji Kulûba Melevanî Keştevanî Behrê û Melevanî ya Mêrsînê, ya duduyan Ecem Yaren a ji Kulûba Werzîş û Ciwanîyê ya Semsûrê bû.Wezîr Kasapoğlu û Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî di dawîya rêxistinê de xelat û kupaya werzîşvanan dayê. Piştre jî dawet hat kirin û performansa mûzîkê hat danîn.Wezîrê Ciwanî Û Werzîşê Kasapoğlu piştî merasime çû serdana Kargeha Şaloşapikan ya li qada Zanîngeha me ya bi hevkarîya Parêzgeh, Şaredarî û Zanîngeha me hatî avakirin. Ji karmendan jî di derbarê şaloşapikan de jî hinek agahî stand.

23.05.2021 |  Şırnak Üniversitesi