wez-r-pakdemirliy-mid-r-yeta-105em-n-saxa-dsi-y-vekir

Wezîrê Çandinî Û Daristanan Bekir Pakdemirliyî ji bo hinek serdan, lêkolîn û vekirinên xizmetan hat Şirnexê. Parêzgerê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Fermandarê Navçeya Cendirmeyan a Şirnexê Fermandarê Giştî Ali Ihsan Ersoyî, Rektorê Zanîngeha me Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî û midûrên sazîyan li Çîyayê Nimêjan pêşwazî li Wezîr Pakdemirliyî kirin. Wezîr Pakdemirliyî piştî silavkirina leşkerên li qada bingehîna Çîyayê Nimêjan, di derbarê herêmê de ji desthilatdaran agahî stand. Wezîrê Çandinî Û Daristanan Bekir Pakdemirli civata xwe ve li Çîyayê Nimêjan di Daristana Şehîdan de şitilên daran çandin.Piştî hingê Wezîrê Çandinî Û Daristanan Bekir Pakdemirliyî civata xwe ve serdana Şaredarîya Şirnexê kirin û piştî wê jî serdana kargeha Şaloşapika ya li Zanîngeha Şirnexê kirin. Lewra derbazî merasima vekirina Midûrûyeta 105.emîn Şaxa DSI’ê bûn. Li merasimê de Pakdemirliyî axaft û silavên Serokkomar Recep Tayyip Erdoğanî ji Şirnexîyan re got.  Pakdemirliyî : “Dema pêwajoya hilbijartinan de em hatîn vê derê û me ji Şaredar Mehmet Yarkayî re got ‘Ji vê hilbijartinê de serkeftî derkeve, bila qerna te baş be, welatî bila dengên xwe bidin te, ka çi lazim be em dê arîkarîyê bidin te’. Piştî wê em hevre çûn ser dikê û me got ‘Ji Mehmet Yarkayî re ya lazim bikin, piştî wê bila Mehmet Yarka emir bike, hikûmet dê bike.’ Belê yê emir bike û em jî dê bikin. ji ber ko serî de Rêzdar Serokkomar, em hemû ji bo millet hene û xîzmeta millet em hene.”Pakdemirliyî got li Şirnexê ev e nêzîkî 10 bendav û dehan tesîsên berbestkirina lehîyan hatîne çêkirin û li alîyê dî xebatên avakirina bajarî jî didome. Pakdemirliyî wiha domand: “Van 2 salên dawîyê de şikir ji Xwidê re, divê heqê wê bête dayin dirûvên bajarî hatîye guhertin. Ez bawerim ko ev dirûvên Şirnexê hêj dê bête guhertin jî.”Wezîr Pakdemirliyî piştî wê Arîkarê Wezîrê Çandinî Û Daristanan Mehmet Hadi Tunçî, Parêzgarê Şirnexê Ali Hamza Pehlivanî, Wekîlê Ak Partîyê Rizgin Birlikî, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarkayî, Rektorê Zanîngeha Prof.Dr.Mehmet Emin Erkanî, Midûrê Giştî yê Avgehên Dewletê (DSI) Kaya Yıldızî,  Midûrê Giştî yê Hilbera Nebatî Mehmet Hasdemirî û rayedarên din Midûrîyeta 105.emîn a Şaxa Şirnexê ya DSI yê vekirin û daxwaza xêrê ji bo Şirnexê kirin.

19.04.2021 |  Şırnak Üniversitesi