xwendekar-n-zan-ngeha-me-her-ma-sef-ne-ya-li-ciyay-c-d-li-ser-tuval-nexsandin

Xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew a zanîngeha me, di çarçoveya çalakiyên 2. Festîvala Hunerê ya Cûdî de herêma Sefîne ya li Çiyayê Cûdî nexşandin ser tuvale.Xwendekarên Beşa Wêne û Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha me di çarçoveya çalakiyên 2. Festîvala Hunerê ya Cûdî de çûn Çiyayê Cûdî. Di serdana herêma Sefîne ya Çiyayê Cûdî de Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî, Midûrê Parêzgehê yê Ciwanî û Werzîşê Abdullah Ayarî, Dekanê Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha me Prof. Dr. İsmail Ateşî û xwendekar beşdarî festîvalê bûn. Li qada Mescîdê ya navçeya Sefîneyê xwendekaran nimêj kirin û di’a kirin. Hinek xwendekaran cih û warên dîrokî û çandî nexşandin ser tuvalê. Xwendekar û dildarên me yên Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Parêzgehê bi kincên herêmî bi awazan govend girtin. Ev herêm, wekî Mescida Nûh tê hesibandin. Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî got, "Di çarçoveya çalakiyên 2.yemîn Festîvala Hunerê ya Cûdî de bi mamoste û xwendekarên xwe re em hatin herêma Sefîne ya li serê kimtê Çiyayê Cûdî ko mizgefta Hz. Nûh lê ye. Bi taybetî em spasdarê Parêzgerê me me Osman Bilginî, Şaredarê me Mehmet Yarkayî û fermandarên me ne ko ji bo wan ev derfet ji me re çêkirin e. Ev e îsal cara duyemîn e em hatine vê herêma Sefîne ya ko 40 sal e em xeyala hatina wê dikin û nikarin werin. Bi hêviya ko em ê di meha tîrmehê de festîvaleke din li dar bixin. Hêvîdarim hemû gelê me jî werin vê derê. Em gelek kêfxweş in. Me xwendekarên xwe anîn herêma Sefînê. Xwendekarên me dê li vir wêneyan bigirin. Da ev der bibe parkeke neteweyî xebat berdewam dikin. Ev der dê êdî ji bo ger û geştê bê vekirin. Ev der ji bo sê olan cihekî pîroz e. Xwendekarên me yên Erasmus ên ji Romanyayê jî li vir in. Ev e 40 sal e cara yekem e mirovên bîyanî hatîne Cîyayê Cûdî."Maria Lonesco ya di çarçoveya programa Erasmusê de li Zanîngeha me Fakûlteya Îlahîyatê dixwîne wiha anî ziman: “ Ez xwendekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngehê me. Sefîne ji bo me cihekî pir girîng e. Ji ber ko ev der ji bo me jî cihekî pîroz e. Min li vir xwe aram hîs kir û dua kir. Ev e cara yekem e ez hatime vê derê. Min dua kir û şûkûr kir. Dibe ko derfeta min hebe ko ez ê zêdetir jî bêm e. Jîngehek pir xweş bû ko misilman û xiristiyan li heman cihî ta’etî bikin. Xwedê qebûl bike."Xwendekarê Beşa Wênesaziyê ya Fakulteya Hunerên Bedew Sefer Tanî jî got: "Ez di çarçoveya 2’yemîn Mîhrîcana Hunera Cûdî de hatim herêma Sefîne. Min biryar da ko li vir qada ko weke cihê Keştiya Nûh danîye, nîşan bidim li ser wêneyê. Bi dîtina min fîgûrên Cudî pir xweşik e. Ez gelekî kêfxweş bûm ko vê yekê li tabloyê nîşan da. Xewna min bû ko ez atmosfera li vir xwe biceribînim, min fêm kir, ez hêvî dikim ko ez careke dî jî werim."

24.05.2022 |  Şırnak Üniversitesi