zan-ngeha-me-j-besdar-f-ara-tur-zm-r-w-tiy-ya-navnetewey-ya-travelexpo-ya-enqerey-b-

Dibistana Tûrîzm û Rêvebiriya Otelê li ser navê Zanîngeha me beşdarî Fûara Turîzm û Geştê ya Navneteweyî ya TravelExpo ya li Enqereyê hatî lidarxistin bû. Di fûara ko Parêzgerîya Şirnexê, Şaredariyê û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnexê piştgirî da standa me û standa me eleqeyek mezin girt ser xwe.Fuara Turîzm û Geştê ya Navneteweyî ya Enqereyê TravelExpo ko îsal cara pêncemîn tête lidarxistin, di navbera 3-6ê Adarê de li Fûara Kongreyê û Navenda Kongreyê ya ATO ya Enqereyê hat lidarxistin.Di fuarê de li gel sefîrê Fîlîpînê, Serokê Ajansa Pêşxistina Turîzmê ya Qazaxistanê, Komeleya Rêberên Tûrîst a Enqereyê, Koordînatorê Enqereyê Oxford Street Language Academyê, Serokê Komeleya Dûçerxê û Sporê ya Xwezayî ya Enqereyê her wiha midûrê Giştî yê Otelên Paşapark Collectionê, parêzger û şaredarên gelek bajaran, nûnêrên welatên wekî Lîtvanya, Ekvador, Meksîka, Ûrûgûay, Kirgizîstan, Afrîkaya Başûr, Îran, ajansên geştûguzariyê û operatorên gere serdana standa me kirin.Li ser navê zanîngeha me Alîkarê Midûrê Dibistana Turîzm û Rêveberiya Otelê Dersdar Taner Turî beşdarî fuarê bû destnîşan kir ko wan bi nûnerên Tirkiyeyê û gelek welatên cuda yên ko ji Tirkiyeyê û gelek welatên cihê hatin standa wan û wan derbarê Şirnexê de rêyên gera xwe de cih girtine re nîqaşan pêk bînin û diyar kir ko wan di derbarê çand û tûrîzma Şirnexê de promosyonên kirine.

10.03.2022 |  Şırnak Üniversitesi