zan-ngeha-me-ji-bo-bih-zkirina-nirx-n-me-y-n-cand-bi-romanyay-re-protokolek-mze-kir

Di navbera Fakulteya Çandinîyê ya Zanîngeha Şirnexê, Konsoryuma Karsaziya Pirçandî ya Tirkiyeyê û Universitatea de ?tiin?e Agricole si Medicina Veterinara de di çarçoveya Festîvala Laleyên Transîlvanyayê ko li Romanyayê tê lidarxistin de protokola ji bo 6 salan hat îmzekirin. Di çarçoveya protokolê de wê 4 cureyên nû yên laleyan bên hilberandin û navê yek ji laleyan jî wê bi navê İbrahim Müteferrika ko nirxê me yê hevpar ê çandî yê navbera Tirkiye û Romanyayê bê danîn.Festîvala Laleyên Transîlvanyayê li bajarê Cluj-Napoca yê Romanyayê di navbera 26-29ê Gulanê de hat lidarxistin. Sekreterê Giştî yê me Doç. Dr. İbrahim Bazî hat vexwendin. Di mîhrîcanê de di navbera Fakulteya Çandinî ya Zanîngeha Şirnexê, Konsoryuma Karên Pirçandî ya Tirkiyeyê û Universitatea de ?tiin?e Agricole si Medicina Veterinara de protokola ji bo 6 salan hat îmzekirin û ev protokol ji aliyê Sekreterê Giştî yê me Doç. Dr. İbrahim Bazî ve hatiye îmzekirin. Baz, anî ziman ko ev protokol dê di navbera Tirkiye û Romanyayê de ji bo dîplomasiya çandî bibe pirek û wiha got: "Li gorî hesabê ebcede berdewama peyva Allah 66 e û hevreha peyva laleyê jî 66 e. Lale di wêjeya Tirk-Îslam û çanda Xirîstiyanan de sembola Xwedê ye” û bal kişand ser girîngiya hevpar a laleyê di her du çandan de.Yek ji çar cureyên laleyên ko di çarçoveya protokolê de bên hilberandin wê navê İbrahim Müteferrika nirxê hevpar ê her du welatan bê kirin ko ji bajarê Cluj-Napoca yê Romanyayê hatiye û çapxane aniye Împaratoriya Osmanî.

2.06.2022 |  Şırnak Üniversitesi