zan-ngeha-me-tevl-7em-n-fuara-h-nera-art-ankaray-b-

Îsal 7.emîn Fuara Hûnerîya Navnetewî ya ArtAnkara li Enqere Congresiumê di nava 30 Adar-3 Avrêlê de ji hûnerhezan re derîyê xwe vekir. Bi tedbîrên epîdemîyê fuar hat damezirandin û beşdar bi kontrolkirina koda HESê û tagerma ketin hûndir de. Di fuarê de galerî, zanîngeh û pêşnûmayên serbixwe li tê de nêzîkî 100 beşdar hatine ezimandin. Fuara li 11 hezar m2 cihî de hatî damezirandin de 22 gotûbêj li alîyê hûnerê de awayên cûda, pirsgirêk û îddia hatine damezirandin.Ji şeş welatan nêzîkî hezar hûnermend xebatên xwe yên li alîyê wêne, peyker, karê camê û enstalasyonê cih girtine. Li gel Zanîngeha Ankarayê, Zanîngeha Hacettepeyê, Zanîgeha Başkentê, Zanîngeha Atatürkê, Zanîngeha Uşakê, Zanîngeha Trabzonê, Fakûlteya Hûnerên Bedew a Zanîgeha Şirnexê jî tevlî fuarê bûye. Bi pêşengîya Dekanê Fakûlteya Hûnerên Bedew a Zanîngeha me Prof.Dr.İsmail Ateşî, Prof.Dr.Tahir Nalbantçıoğlu û Karmenda Lêkolînê Beyza Durhan jî tevlî fuarê bûne û berhemên xwendekarên Lisansa Bilinda Biteza Beşa Wêneyê ya Zanîngeha me B. Serkan Yılmaz, Bahar Kızgınkaya, Bilal Yılmaz, H. Sare Gençer, Mehmet Kurtete, Melike Mortaş, Naci Umur, Sefer Tan, Selman Barkın, Şirin Nergiz, Yavuz Gümüşgöz, Yuşa Çelebi, Zekeriya Hansu ve Zeynep Sakê ji alîyê mêvanên fuarê ve gelek hatine ecibandin. Ji bo vê balkêşîyê Dekanê Fakûlteya Hûnerên Bedew a Zanîngeha me Prof.Dr.İsmail Ateşî dilxweşîya xwe anî ziman û wiha got: “Li fuarê berhemên hûnermendên navdarên wek Picasso û Manet, hûnermedên li pey nûxwazîyê û hûnermendên hûner li jîyana xwe werkirîn cihê xwe girtine. Îro zemanên evqas zor û zehmet de, pandemîya Covid-19ê de me hemûyan jî hêza hûnerê ya li ser sinoran dît. Di vê çarçoveyê de ArtAnkara li gel ji bo veguheztina mîratî, veguheztina estetîk û hûnerê ji bo gel jî galerî, zanîngeh û ragihandina di nav nifşan de rol xwe lîstin.”

13.04.2021 |  Şırnak Üniversitesi